Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevaniya Amerîka Gehişt Paytextê Lîbya


Wezîrê Berevaniya Amerîka Gehişt Paytextê Lîbya

Wezîrê berevaniya Amerîka Leon Panetta gehişte Tirablusê bo danûstan kirinê bi hikûmeta demkî ya Lîbya re, û ewa jî dibe yêkim seredana wezîrek berevaniya Amerîka bo wî welatî.

Ew seredana kort rojekê piştî hingî hat ku Amerîka pirraniya sizayên xwe yên li ser Lîbya rakir, di nav bizavekê de bo nehêlan giriftên dirawiyên wî welatî.

Panetta dê li gel Serokwezîrê Misrê Abdurrehîm el-Keib û wezîrê berevaniya Lîbya Osama el-Juwalî kom bibe.

Hejî gotinê ye, roja Iynê Amerîka pitirî 30 milyard dolarên darayiya hikûmeta Libya azad kirin, piştî biryarek ji hemen awayî ji layê Civata Tenahiya Neterweyên Yêkgirtî ve.

Li demê deselata rêberê berê yê Lîbya NY nêzîkî 150 milyard dolarên darayîya Lîbya cemidand.

XS
SM
MD
LG