Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Rûsî Lavrov ligel Serokê Sûrîyê Dicive


Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov û Serokê Sûrî Beşar Esed bi hevre ne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergei Lavrov ji Serokê Sûrî Beşar Esed re got, Moskow dixwaze ku gelê Ereb li nav aştîyê bijî. Kombûna her du rêberan li demekê tê ku welatên Rojava û yên Ereb giwaştinên xwe yên jibo çareserîyeke kêşeya Sûrî zêde dikin.

Sergei Lavrov, bi serokê îstîxbaratê Rûsî re îro Sêşemê çû Şamê. Serdana Lavrov piştî ku Rûsya û Çînê pêşnîyara Civata Ewlehîyê ya Neteweyên Yekbûyî veto kir, tê.

Çînê roja Sêşemê got, ew hêvî dike ku danûstandin wl berhemkar bûn û ew hizra şandina nûnerekî xwe ji herêmê re dike ku alîkarîya çareserkirina kêşeyê bike.

Bi alîyekî din ve, roja Sêşemê got, piştî vetoya Rûsya û Çîn ew dê însîyatîfeke nû destpê bike ku li li ser rewşa Sûrîyê bixebite .

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got, Tirkîye wê bi welatên ku piştgirîya gelê Sûrî dikin hevkarî bike, ne bi piştevanên hikûmetê.

XS
SM
MD
LG