Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reşo Yusif Serdana Wezîrê Derve yê Rûsî Lavrov Dinirxîne


Reşo Yusif Serdana Wezîrê Derve yê Rûsî Lavrov Dinirxîne

Piştî vetokirina biryareke dijî hikûmeta Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî, Rûsya Wezîrê xwe yê Derve Sergî Lavrov, ligel şandeke payabilind roja Sêşemê şand Şamê. Li gor çavdêran, ev serdan dikeve çarçoveya piştrastkirina têkilîyên diplomatîk di navbera her du welatan de.

Di hevpeyvîneke ligel Dengê Amerîka de, Reşo Yusif, bizavkarê siyasî li Qamişlo dibêje, gelek mebestên vê serdanê hene, jiber şanda ligel Lavrov ji gelek kesên girîng yên rêverbirîya Rûsî pêk tê.

Birêz Yusif her wiha dide zanîn Grûba Hevalên Gelê Sûrîyê, ku ji alîyê Amerîka, Fransa, Almanya û hin welatên din ve nû hatîye damezrandin, dê alîkarîya şoreşa Sûrîyê bike tenê di warê ragihandinê de, lê ew bawer nake piştgirîyeke leşkerî bide Artêşa Azad ya Sûrîyê.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG