Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY Careke Din Alîkarîya Mirovahî Digehîne Dêrezorê


Di vê wêneya arşîvê de WFP alîkarî raberî sîvîlên Sûrî dike
Di vê wêneya arşîvê de WFP alîkarî raberî sîvîlên Sûrî dike

Programa Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP) îro Sêşemê ragihand ku ewê bi rêka firokan alîkarîyê ji jor berde erdê Dêrezorê ku ev bajar du hefteyên berê careke din ji alîyê DAIŞ'ê ve hat dorpêç kirin.

Heta niha tenê di ser firokgehê re alîkarî digêhiştin Dêrezor'ê. ''Çekdaran, di 15’ê vê mehê de bi êrîşên giran kontrola firokgeha bajêr jî bi dest xist'' şêwirmendekî WFP'ê got.

Jiber ku cîyê taybet yê alîkarîyê ket destê DAIŞ'ê, WFP'ê ji neçarî alîkarî du hefteyan rawestandibû. WFP'ê cîyekî nû dîyar kir û ji 29'ê vê mehê vir ve alîkarîyê li wir belav dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêxistina tundrê DAIŞ, di 2015'an dest bi dorpêçkirina Dêrezor'ê kiribû.

Rêvebirê NY'ê Jan Egeland da zanîn ku 93 hezar sîvîl li hindurê Dêrezor'ê asê mane û herwiha bi hezaran leşker jî hatine dorpêç kirin.

XS
SM
MD
LG