Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WFP Xelata Aştî ya Nobelê Werdigire


Komîteya Xelata Nobelê îro Înê ragihand ku Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) Xelata Aştî ya Nobelê qezenc kir.

Komîteyê ragihand ku WHP jibo hewilên wê yên pêşîgirtina birçîbûna li seranser cîhanê û jibo baştirkirina mercên aştîyê li cîhên ku şer tê de hene, hêjayî xelatê hat dîtin.

“Pêdivîya hevgirtina navnetewî û hevkarîya pirnetewî ji hem caran zêdetir xuya ye,” Berit Reiss-Andersen, seroka Komîteya Xelata Nobelê ya Norwêcî di preskonferansê de got.

Andersen pesna WFP’ê da ku ew hêza serekî ya nehêlana xizanî û birçîbûnê wek alaveke şerê çekdarî ye.

WFP, ku navenda wê li Roma ye, dibêje ku ew her sal alîkarîya nêzî 97 mîlyon kesên li 88 dewletan dike û yek ji her neh kesên li seranser cîhanê bi têra xwe nikarin xwarinê bixwin.

XS
SM
MD
LG