Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO ji Sozên Nû yên Alîkarîya Diravî bo Penaberên Sûrî Dilxweş E


Ajansa xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî îro Duşemê ragihand ku bi awayekî neçaverkirî bersîva banga wê ya kempeyna alîkarîya mirovahî bo Sûrîyê hatiye dayîn û di demeke nêzîk de gîhandina xwarinê bo penaberên Sûrî wê berdewam bike.

Ajansa Xwarinê ya Cîhanî (WHO) got, soza alîkarîya diravî ya bi nirxê $675 mîlyon dolaran wê bilêle ku alîlarîya xwarinê ji penaberên li Urdun, Lubnan. Îraq û Misirê, ji Adarê heta dawîya salê bêne kirin.

Dîreoktora Rêvebir ya WHO Ertharin Cousin got bi desteka nû ewê bikaribin pêdivîyên 1.8 mîlyon penaberên li dervayê Sûrîyê û 4.5 mîlyon Sûrî yên nav welêt bi temamî peyda bikin.

XS
SM
MD
LG