Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WFP: Di Tebaxê de 12.4 Mîlyon Yemenî Alîkarîya Xwarinê Wergirt


Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ya Neteweyên Yekbûyî ragihand ku di meha Tebaxê de, bi awayekî rekorî 12.4 mîlyon Yemenî alîkarîya xwarinê ji wê wergirtin.

Berdevikê WFP Herve Verhoosel dîyar kir ku tevî gîhandina ewqas alîkarîyên zêde, hîn pêdivîya wê bi 600 mîlyon dolaran heye ku heta şeş mehên din, bênavber xwarin bigehîne wî welatî.

Verhoosel hişyarî da ku ger dirava hewce neyê peyda kirin, dibe ku alîkarîya xwarinê ji Cotmehê pê ve bisekine.

Hem hêzên Husî hem jî koalîsyona bi pêşengîya Saudîyan rêdana xwarinê û alîkarîya mirovahî wek alaveke sîyasî bi kar tînin û ew jî krîza mirovahî ya li Yemenê hîn xirabtir kiriye.

XS
SM
MD
LG