Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî Biryara Împîçkirinê Rexne Dike û Wek Sosretî Dinirxîne


Qesira Sipî, piştî dengdana Komîteya Dadê ya Civata Nûneran ya Amerîka daxuyanîyeke henekbarî weşand û peyvajoya împîçkirinê wek sosretî bi nav kir.

"Ew heneka lêpirsîna împîçkirinê ya Komîteya Dadê ya Civata Nûneran îro giheşt dawîya xwe ya rûreş,” berpirsa ragihandinê ya Qesira Sipî Stephanie Grisham got.

Wê got ku Serok Trump li bendê ye ku di Civata Senatoran de, helwesteke dadmendî bibîne û alîyê xwe yê çîrokê bi bîragiştî re parve bike.

Grisham Civata Nûneran ya di bin kontrola Demokratan de tawanbar kir ku derfeta xweparastinê nedaye Trump.

Komîteya Dadê ya Civata Nûneran ya Amerîka îro bi dengdanê biryar dabû ku Serokê Amerîka Donald Trump were împîç kirin.

Komîteya Dadê tawanên împîçkirinê yên dijî Serok Trump bi 23 dengên Demokratan beramber 17 dengên Komarî pejirandibû.

Komîteya Dadê bi sedemên karanîna hêz û desthilata maqama seroktîya Amerîka, bi awayekî berdewam bo armancên nerewa û bo destxistina berjewendîyên şexsî û rêgirtina Kongesê, biryara împîçkirinê dabû.

Serokê Komîteya Dadê Jerrold Nadler, piştî dengdanê ji peyamhinêran re gotibû ku îro rojeke girîng û xemgîn e jiber ku di nav 100 salan de, cara sêyê ye ku Komîteya Dadê ya Civata Nûneran ya Amerîka ser tawanbarkirina serokekî dengdanê kir.

“Me bi sedema bi xirabî karanîna desthilatê û astengkirina Kongresê ew biryar da. Civata Nûneran wê di demeke kurt de, bi rekûpêkî vê prosesê bi dawî bike,” Nadler gotibû.

Li gor rêbazên prosesa împîçkirinê, piştî êrêkirina Komîteya Dadê, divê Civata Nûneran di nav hefteya were de, bi awayê rakirina dengan û vekirî dengdana dawîn ya ser împîçkirinê bike.

Demokrat, ku li Civata Nûneran xwedîyê piranî ne, pêdivî bi piranîya basît (1 deng ji nîv hemî dengên 435 endaman pirtir ku ev jî dike 218 deng) heye ku di 243 sal dîroka Amerîka de tenê bo cara çaran serokekî Amerîkî împîç bikin.

Ger Civata Nûneran biryara împîçkirina Trump bide, hîngê divê Civata Senatoran (Senate) ya bi piranîya Komarîyan, di bin çavdêrîya Dadgeha Qanûna Bingehîn (Supreme Court) dest bi peyvajoya darizandina serok bike.

Berevajîya Civata Nûneran, divê Civata Senatoran di dawîya vê prosesê de bi du ji sê hemî dengan (ji 100 dengên giştî 67 deng) biryar bide ku serok ji kar were dûrxistin yan ne.

Jiber ku Komarî 53 kursîyên Civata Senatoran konrol dikin, ne çaverê ye ku Serok Trump ji kar were dûrxistin.

XS
SM
MD
LG