Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî Daxwaza Betalkirina Referanfumê ji Hikûmeta Herêmê Dike


The white house
The white house

Qesra Sipî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Amerîka piştevanî li referanduma Hikûmeta Herêma Kurdistanê nake ku li ber e di dawîya vê mehê de were kirin.

Daxuyanî dide zanîn ku Amerîka piştgirî li pêkanîna referandumê li Herêma Kurdistanê nake.

"Me pir caran ji rêberên Kurd re gotiye ku referandum bandoreke neyênî li ser hewlên têkbirina DAIŞ'ê û aramîya herêmên nûrizkarkirî bike. Pêkanîna referandumê li herêmên kêşebar taybetî provokatîf e û dibe sedema bêîstiqrarî.

Loma em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku referandumê betal bike û dest bi diyalogeke cidî û berdewam ligel Bexda bike, ku Welatên Yekbûyî pir caran dîyar kir ku jibo navbeynkarîya wê amade ye."

XS
SM
MD
LG