Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesra Sipî Gavên Pyongyang Erenî Dibîne, lê benda Pirtir Gavan E


=

Qesra Sipî îro Duşemê ragihand ku armanca bilind ya danûstandinên ligel Kim Jong Un, bênavokîbûna Koreya Bakur e.

Berdevka Qesra Sipî Sarah Huckabee Sanders got ku Koreya Bakurî hin gavên erênî avêtine ku cîhê geşbînî ye.

“Lê, em dizanin ku hîn rêyeke dirêj li pêş me heye û emê bi berdewamî givaştinên ber bi pêşveçûnê ve bikin.”

Sanders ji nûçegîhanan re got ku ewê bi hêzeke herî mezin pişthirîya peyvajoya bênavokîbûnê bikin.

“Divê em ber bi bênavokîbûnê gavên rastîn û berbiçav bibînin, lê ezê nelizînim û xwe nexim pêş danûstandinên ku serok pêk bîne."

“Biryara Kim Jong Un ya sekinandina ceribandina çekên balîstîk yên navokî û mûşekên, bêguman biryareke erenî ye,“ Sanders got.

Lê, wê bal kişand ku divê ew hîn pirtir gavên wiha bibînin ku hizra sistkirin yan jî rakirina toleyên aborî yên ser Pyongyan bikin.

XS
SM
MD
LG