Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qesira Sipî: Serok Trump Derbarê Xelatdanîna Ser Serê Leşkerên Amerîkî Nehat Agadar Kirin


Berdevka Qesra Sipî Kayleigh McEnany berevanî li biryara berê kir ku Serokê Amerîka Donald Trump nehatiye agahdar kirin ku hin raporên îdia diki Rûsya jibo serê leşkerên Amerîkî xelat danîye.

"Rastbûna îstixbaratê, berî ku here ser maseya serokê Amerîkî, tê piştrast kirin, lê di vê mijarê de ew agahî nehatibû piştrast kirin,” McEnany ji rojnamevanan re got.

Serok Trump roja Yekşemê red kiribû ku wî derbarê xelatdanîna Rûsan ya ser serê leşkerên Amerîkî brifîng wergirtiye.

Raporeke medya Amerîkî îdia kiribû ku Rûsya ji çekdarên Talîbanê re gotiye ku her ew leşkerên Amerîkî bikujin, ewê xelata diravî bide wan.

Heman raporê îdia kiribû ku Trump li ser wê babetê ji alîyê pisporan ve hatiye agahdar kirin.

New York Times roja Duşemê ragihand ku agahîya derheqa xelatdanîna Rûsan di dawîya meha Şubatê de, wek agahî ji Trump re hatiye şandin.

Berdevkê Serekî yê Pentagonê Jonathan jî bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku Wezareta Berevanîyê bi berdewamî pêdaçûna ser pêzanînên heyî dike û îstixbaratên ber destê wan dinirxîne.

Endamên Kongresê yên ji her du banga pirtir lêkolînên ser îdiayên derbarê Rûsya û Putin kirin û li ber e îro jimareke Demokrat li ser mijarê beşdarî brîfîngekê bibin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG