Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

“Amerîka Pêgîr e bi Têkelîyên Nêzîk û Dîrokî bi Kurdistan û Gelê Kurd re”


Piştî civîna Serok Barack Obama û Cîgirê Serokî Joe Biden bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re, Seraya Sipî di daxuyanîyekê de behsa pirsên wê civînê kir.

Li gor Seraya Sipî, Serok Obama û Cîgirê Serokî Biden pêgîrîya Amerîkayê bi têkelîyên nêzîk û dîrokî bi Kurdistan û gelê Kurd re ragihand, li çarçova hevkarîya stratejîk ya Amerîkayê bi Îraqeke federal, demokratîk û yekgirtî.

Serok Obama û Cîgirê Serokî Biden herwiha daxwaz ji Serok Barzanî kir ku berdewam be li bizavên xwe li proseya sîyasî li Îraqê.

Rêberên Amerîka û Kurdistanê herwiha piştgîrîya xwe ragihand jibo berdewambûna şêwirmendîya li ser astê bilind li navbera karbidestên Amerîkî û nûnerên hikûmeta herêma Kurdistanê.

XS
SM
MD
LG