Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Piştî Erdhejan di Asta Herî Bilind de Banga Seferberîyê Dike


Rêvebirê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) yê Ewrupa Hans Kluge dîyar kir ku piştî erdhejên li Mereşê wan rewişa awarte ya asta 3’yan ragihandiye.

Asta 3’yan di karên WHO de ya herî bilind û wateya wê seferberîya giştî ye.

Kluge dîyar kir ku rêvebirîya WHO do Sêşemê ser erdhejên li Tirkîye û Sûrîyê danûstandin kiriye.

Wî got ku tîma wan ya pêşî ya li Entabê jîyanên xwe xistine metirsîyê û bo rizgarkirina kesên di bin kavilan xebitîne û tîm pîroz kir.

Rêvebirê WHO spasîya wan welatan kir ku bo rewişa dijwar ya erdhejê alîkarî kirine û bang li endamên rêxistinê kir ku kordînasyona bi karbidestên wan re bidomînin.

XS
SM
MD
LG