Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dibêje Pirtir ji 100 Nexweş Sibê ji Gazayê Tên Derxistin


Karbidestê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Rik Peeperkorn îro Sêşemê ragihand ku pirtir ji 100 nexweş wê sibê Çarşemê ji Kerta Gazayê werin derxistin ku di nava wan de zarok jî hene.

WHO dibêje ku heta niha ji 300 hindiktir nexweş. Ji meha Gulanê vir ve ji Gaza hatine derxistin ku artêşa Îsraîlê hîngê operasyonên xwe ber bi başûr ve berfireh kiribûn û derbazgeha Refahê ya li başûr girtibû bin kontrola xwe ku jibo veguhestinên bijîşkî dihat xebitandin.

Peeperkorn, ku nûnerê WHO yê jibo Herêma Dagirkirî ya Filîstînîyan e, got ku nexweşên ku di nav wan de zarokên bi birînên trawma û nexweşîyên kronîk jî hene, sibê wê bi karwaneke mezin di derbazgeha Kerem Şalom ji deverê werin veguhestin.

Peeperkorn da zanîn ku nexweşên veguhastî ji ser Firîngeha Ramon ya başûrê Îsrîalê ber bi Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Romanya ve werin birin.

Peeperkorn bal kişand ku hin pirtir ji 12 hezar kes li benda veguhestinên saxlemîyê ne, lê awayê ku ew niha dixebitînin ne karîger e.

Îsraîl derbarê planê ti daxuyanî nedaye, lê beşa mirovahî ya artêşa Îsraîlê, Cogat, li ser malpera xwe dibêje ku ew bi awayekî karîgerî û domdarî jibo cîhanîna daxwazên ji sazîyên navnetewî xebatên xwe dike.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG