Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyarî Dide ku Hejmara Mirinên ji Korona Dikare Bigiheje 2 Mîlyon Kesan


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Înê ragihand ku hejmara mirinên ji korona dikare bigiheje du mîlyon kesan, heta ku vaksîneke karîger were dîtin.

WHO hişyarî dide ku tevî ku vaksîneke wiha serketî bi awayekî berfireh were xebitandin jî, ger kiryarên hevbeş yên pêşîgirtina vîrusl tunebin, hejmara irinên wê hîn zêdetir be.

“Ger em di hewilên xswe de serketî nebin, em behsa 2 mîlyon mirinên jiber koronayê dikin. Mirov naxwaze hizira tiştekî wiha bike, lê divê em hişyar bin,” Mike Ryan, berpirsê programa tengvîyan ya WHO got.

Nirxandinên wî di vê demê de tên ku hejmara giştî ya mirinên ji korona, ji destpêbûna belavbûna wê vîrisê vir ve ji1mîlyon kesan derbaz kiriye.

XS
SM
MD
LG