Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ghebreyesus Daxwaza Alîkarîya Diravî ji Endamên WHO Dike


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Înê got ku ew jibo hawilên bersîvdana pandemîya koronayê hewceyî 900 mîlyon dolaran in.

Ghebreyesus, di civîna înternetî ya WHO de got ku ew şev û roj dixebite ku hewilên bersîvdana cîhanî ya pandemîya koronayê kordîne bike.

Wî dîyar kir ku WHO pirtir ji 50 preskonferansên agahîdanê li dar xistine û bi platformên teknolojîya pêşketî yên wek Facebook, Google û Instagram hevkarî kiriye ku pêşî li belavbûna agahîyên şaş yên derheqa koronayê bigire.

Ghebreyesus herwiha da zanîn ku WHO ji meha Sîbatê vir ve ser pandemîya koronayê pirtir ji 400 lêkolerên seranser cîhanê civandine û ew vê gave ji 700 zêdetir ceribandinên klinîkî re çavdêrîyê dikin.

Serokê Amerîka Donald Trump ji Ghebreyesus re nameyek şandibû û gotibû ku ger WHO di nav 30 rojan de guherînên girîng neke ewê alîkarîya bo wê rêxistinê bi awayekî mayînde rawestîne.

Trump WHO rexne kiribû ku ew biryarên xwe di bin bandora Çînê de digire.

XS
SM
MD
LG