Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Banga Xurtkirina Şerê Dijî Berfirehbûna Korona Dike


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Pêncşemê bang li hemî dewletan kir ku şerê dijî berfirehbûna vîrusa korona xurtir bikin.

Ghebreyesus, rojeke piştî ragihandina belavbûna vîrusa korona ya wek pandemîk, li Cenevrê ji dîplomatên welatên curbixur re ser rewşa dawî ya COVID-19 peyîvî.

“Wateya pandemîk ne ew e em dest ji tekoşîna dijî berfirehbûna korona berdin. Armanca wê biryarê ev e ku herkes li ser rewşa krîtîk agahdar be û li gor wê tedbîrên xwe xurt bike.”

Vîrusa korona di meha Berfanbara borî de li herêma Wuhanê ya Çînê derketibû, di demeke kurt de li gelek wekatan belav bûbû. Heta niha li seranser cîhanê pirtir ji 4300 kes jiber korona jîyana xwe hinda kiriye.

XS
SM
MD
LG