Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Parzemîna Amerîka Bûye Navenda Belavbûna Korona


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku parzemîna Amerîka niha navenda panedemîya gerdûnî ya korona ye.

Berpirsê tengavîyê ya WHO Mike Ryan got ku ji 10 welatên ku herî zêde bûna armanca korona, 4 li parzemîna Amerîka ne.

“Korona li Amerîkaya Navîn û Amerîkaya Başûr pir aktîf e. Taybetî rewşa heyî li Brezîlya cîhê xemê ye jiber ku lî bajarên gelek şenîbar ev vîrus bi lezgînî belav dibe. Li Brezîlya heta niha pirtir ji 800,000 nûyerên pêketinê û 41,000 hatine tomar kirin. Li Meksîko jî nêzî 130,000 pêketinên piştrastkirî û ji 15,000 zêdetir mirin çêbûne.”

Ryan bal kişand ku di rûbirûbûna zararên koronayê de Brezîlya û Meksîko li dû Amerîka tên ku li wî welatî pirtir ji 2 mîlyon tûşbûn û dora 114,000 mirin çêbûne.

XS
SM
MD
LG