Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Derbarê Şêrê Dijî Korona Hişyarî Dide


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) di derbarê pêvajoya şêrê dijî vîrusa korona daxuyaniyek da.

Li gor ragihandina WHO'yê hejmara pêketîyên nû ya vîrusê li hin welatên Ewrupa, wekî Îtalya û Îspanya kêm bûye lê, li Brîtanya û Tirkiyê zêde bûye.

Îspanya û Avusturya destûr dane ku roja Sêşemê mirov bi awayekî qismî wegerin ser karên xwe. Lê, Brîtanya, Fransa û Hindistan dema tedbîran u xedeqeyan dirêj kirine ku Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) dibêje 'bê guman” xeterîya jiber vîrusê paşve neketîye.

Li gor hejmarên fermî yên Reuters'ê, di asta gerdunî de nêzîkê 2 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û zêdetirî 119,200 kes jî jiyana xwe hinda kirine. Navenda belavbûnê ji Çînê, ku vîrus cara yekî di meha Berfanbarê de derketibû, derbazî Amerîka bûye ku niha 23,568 kes bi wê vîrusê jîyana xwe ji dest dane.

Li Îspanya, bi pêkanîna tedbîran rêjeya mirinê ya ku di destpêka Nîsanê de di asta herî bilind de bû, gehîştîye xala herî kêm.

Roja Yekşemê hejmera kesên ku jiber vîrusa korona mirine gehîşt 567'an ku ji hejmera roja borî 517'an pirtir bû. Hejmara giştî ya mirinên ji korona gehîştîye 18,056 kesan.

Lê, ji 18'ê Adarê vir ve bo zêdebûna bûyerên nû, hejmera herî kêm hat ragihandin.

Herwûha hin karkerên Îspanî fîkarên xwe anîn ziman ku sistkirina tedbîran dibe ku pêlek nû ya belavbûna vîrusê derxe holê.

Îtalya ku bi hejmera mirina 20,465 kesan, li cîhanê di rêza duyem de ye, hinek tedbîrên dijî vîrusa korona didomîne.

Danîmarka, yek ji welatên yekem Ewrupî bû ku tedbîrên xûrt ragihand, dê di 15ê Nîsanê de, navendên lênihêrîna zarokan û dibistanan ji bo zarokan ji pola yekê heta pênca jinûve, veke.

Li Avusturya roja Sêşemê fıroşgeh jinûve vebûn, lê hikûmetê got ku "ew hîn ji xeterîyê derneketine".

Brîtanya, ku hikûmet jiber nêzîkatiya hêdî ya bo pêk anîna testan û jibo ne peyda kirina alavên parastinê bo xebatkarên tenduristîyê tê rexnekirin, ku li cîhanê di hejmera mirinê ya herî bilind de, di rêza penca'da ye. Şêwirmendêk payebilind yê hikûmetê ragihandî ye ku Brîtanya jiber bandorên vîrusa korona her diçe dibe welatê herî xirab ya li Ewrupa.

Hejmara mirinên li nexweşxaneyên Brîtanî roja Duşemê gehîştîye 11,329 kesan û Wezîrê Derve Dominic Raab ragihandîye ku dê pivanên bo tedbîr û qedexeyan sist nekin.

Li gor rojnameya Times ya roja Sêşemê dê dema tedbîran herî kêmtirîn heta 7ê Gulanê were dirêj kirin.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron roja Duşemê dema tedbîr û qedexeyan heta 1'ê Gulanê dirêj kir.

Hîndistan, ji ber ku hejmara bûyerên vîrusa korona ji 10,000 derbas bûye, dema tedbîr û qedexeyan heta 3ê Gulanê dirêj kirîye.

XS
SM
MD
LG