Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Pirtir ji 1,3 Mîlyon Doktor û Karmendên Saxlemîyê bi Korona Ketine


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li seranserê cîhanê pirtir ji 1,3 mîlyon doktor û karmendên saxlemîyê bi vîrusa korona ketine.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew hejmar 10 ji sedê temamê pêketîyên vîrusa korona yên li cîhanê ne.

Ghebreyesus da zanîn ku doktor û karmendên saxlemîyê bo têkoşîna dijî vîrusa korona di rewişên giran de dixebitin û bal kişand ku psîkolojîyên wan jî xirab dibe.

‘’Em pir deyndarê wan doktor û karmendên saxlemîyê ne.’’ Ghebreyesus got.

Wî da zanîn ku divê bo rîskên belavbûna vîrusa korona yên di navbera doktor û karmendên saxlemîyê de xebatên berfirehtir werin çêkirin.

XS
SM
MD
LG