Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyarî Dide Ewrupa ku Hin Xeterîya Korona Derbaz Nebûye


Kolanên Parîsê jiber korona vala ne

Dîrektorê Herêma Ewrupa ya Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Hans Kluge îro Pêncşemê hişyarî da ku Ewrupa di bin xeterîya bahozeke pendemîya COVID-19 e.

Wî got ku bûyerên pêketina korona li welatên Ewrupî nêzîkî mîlyonekê dibe û divê hikûmet bi baldarî mijara sistkirina dernektina ji malê binirxînin.

“Hejmara bûyerên tûşbûna korona li seranser Ewrupa bi berdewamî bilindtir dibe. Tenê di nav 10 rojên borî de hejmara bûyerên pêketina du car zêdetir bû giheşt nezîkî yek mîlyonê,” Kluge di preskonferansa vîdyoyî de ji nûçegîhanan re got.

Wî bal kişand ku nêzî % 50 hemî barê cîhanî ya COVID-19 li ser Ewrupa ye û heta niha pirtir ji 84,000 kes li vê parzemînê jîyanên xwe hinda kirine.

Kluge bal kişand ku divê di mijara rakirin yan sistkirina qedexe yan sistkirina pêvanîn pêşîgir de lezûbezî neyê kirin.

XS
SM
MD
LG