Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Pêketina Korona li Rojavayê Ewrupa Kêmtir Dibe


Hemewelatîyekî Almanî li Berlînê
Hemewelatîyekî Almanî li Berlînê

Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) îro Sêşemê ragihand ku pêketinên COVID -19 li rojavayê Ewrupa herdiçe kêmtir dibe, lê li Rûsya û rojhilata Ewrupa rewş ne wisa ye.

“Em niha li jojavayê Ewrupa daketineke domdar dibînîn. Kêmbûna hejmara pêketinan zû çênabe, lê di hejmara pêketinên rojane de kêmbûneke domdar heye,” berdevka WHO Margaret Harris di preskonferansekê de got.

Wê da zanîn ku wateya agahîya nû ew e ku hejmara pêketîyan li Ewrupa hêşta gelek e, lê ew hejmar dadikeve.

“Lê, li Rûsya û rojhilata Ewrupa hejmar hîn jî bilind dibe. Rûsyayê 423,741 tûşbûn û 5,037 jî mirin ragihandin ku ew welat li cîhanê di rêza sêyê ya herî bilind de ye.”

Harris bi berdewamî got ku got ti agahdarî di destê wan de tuneye ku bi rêvebirîya Trump re danûstandin hene yan ne.

Hêjayî bîrxistinê ye ku rêvebirîya Trump Îna borî gotibû ku ew dê jiber helwesta wê ya derbarê pandemîyê, ji WHO veqetin.

XS
SM
MD
LG