Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Li Ewrupa bi Vebûna Dibistanan re Qonaxeke Dijwar Destpê Dike


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku bi vebûna dibistanan re li Ewrupa dê qonaxeke dijwar destpê bike.

Dîrektorê Ewrupa yê WHO’yê Hans Kluge bi preskonferansekê da zanîn ku nîşanên ku raber dikin ku ciwan li civatan vîrusa korona belav dikin zêde dibin û bi wê jî xuya dibe ku rewişa Ewrupa dê dijwar be.

Hans Kluge dîyar kir ku bi hatina zivistanê re ciwan dê bi kal û pîran re pirtir bicivin û ew jî dê metirsîyên ser belavbûna vîrusa korona zêdetir bike.

Di serî de li Almanya û Fransa, li hin welatên Ewrupa hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve bilind dibe û karbidestên wan dewletan tedbîran careke din berfireh dikin.

XS
SM
MD
LG