Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Civîna WHO Bal Dikşîne Nexweşîyên Pandemîk


Civîna Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) ya 77’an, li Neteweyên Yekbûyî li Cenevre, Swîsre, 27 Gulan 2024.
Civîna Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) ya 77’an, li Neteweyên Yekbûyî li Cenevre, Swîsre, 27 Gulan 2024.

Welatên Rojavayî yên bi pêşengîya Amerîka, Fransa û Almanya îro Sêşemê di civîneke giştî ya Rêxistina Saxlemîyê ya Cîhanê (WHO) de, jibo xurtkirina pîvan û rêgezên bersivdayîna nexweşîyên belavkar (pandemîk) ser peymaneke li hev kirin û bang li welatên din kirin ku ew jî hevbîr bin.

Civîna giştî ya ya WHO ya 77’an, li Neteweyên Yekbûyî li Cenevre, Swîsre, tê darxistin.

Hefteya borî li civîna WHO ya bo salane ya vê hefteyê, welatên cîhanê de ser peymana pandemîkê de lihevkirinek pêk nehat; ku di navbera welatên dewlemend û xizan de ser mijarên mîna parvekirin û budceya vaksînan, dermankirin û ser gelek xalên tin nîqaşên tund û kûr derketin.

Lê li gor çavderan, di civîna WHO ya salane de dibe ku peymanek paralel ya ser nûvekirina pîvan û rêgezên saxlemîyê yên qanûnî were îmza kirin, ya ku wek Rêziknameya Saxlemî ya Navneteweyî (IHR) tê zanîn û tê de jibo rewşên awarte yên saxlemîya gerdûnî sîstemek nû ya hişyarîyê heye.

Wezîrê saxlemîyê yê Almanya Karl Lauterbach di civîna salane ya WHO de bang li 194 welatên endam kirk u ew peymana IHR qebûl bikin.

"Banga min ev e ku em bala xwe bidin ser IHR û qebûl bikin, jiber ku ev rêzikname jixwe jibo cîhanê re parastina pir çêtir peyda dike. Ger em wê bipejirînin emê hemû bibin beşek ji firsendek dîrokî," wî got.

Lauterbach herwiha daxwaz kir ku danûstandinên ser peymana pandemîkê jî di nav salekê de werin temam kirin.

Fransa, Norwêc, Îrlanda û Amerîka jî wek Almanya jibo qebûlkirina peymanek IHR bang kirin.

Di gel Uganda û Tanzanya, hin dewlet nêzîkatîyek gumanbar nîşanê wan bangan dan, ku dixwazin pêyvajoyên IHR û jî peymana pandemîkê hevdemî werib hev rêve birin û herwiha hewcedarîya dirêjkirina her du danûstandinan dîyar dikin.

Piştî tecrûbeya serdema COVID’ê, welatên Afrîqî daxwaza sîstemek nû ya saxlemîyê dikin, ku di rewşek pandemîkek din de herî kêm ji sedî 20 ya test, vaksîn û dermanan jibo welatên xizan divê werin veqetandin.

Lawrence Gostin ku li Zanîngeha Georgetown li Washington DC Profesorê hiqûqê ye û beşdarî danûstandinên ser her du peymanan jî dibe.

Gostin dibêje ku IHR peymaneke pir girîng e, ku bi derengxistina pejirandina wê, herkes ew kêmtir ewledar be.

Danûstandinên li ser her du peymanan wê sibe Çarşemê bi şewazek nû ya hevgirtî, jinûve destpê bikin û wê heya 1’ê Hezîranê bidomin, ku roja dawî ya civata giştî ya WHO ye.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG