Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Bang li Dewletan Dike ku Dijî Vîrusa Korona Hazirîyên Xwe Bikin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li dewletan kir ku dijî belavbûna vîrusa korona ya bi navê Covid-19 hazirîyên xwe bikin.

Serokê Koma Covid-19 Bruce Aylward dîyar kir ku karbidestên dewletan divê dijî belavbûna vîrusê bi awayekî çapik tevbigerin.

Aylward da zanîn ku divê li nexweşxaneyan cîh û navendên çavdêrîyê hazir bin.

Li gor daneyên WHO, Covid-19 heta niha ketiye canê pirtir ji 77000 kesan û pirtir ji 2600 kes kuştine.

Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG