Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Çîn Agahîyên Ser Destpêka Vîrusa Korona Nade


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku Çîn agahîyên ser pêketinên pêşî yên vîrusa korona nade.

WHO dîyar kir ku wan ji rêvebirîya Çînê xwestiye ku ew agahîyên ser 174 pêketinên pêşî yên li Wuhanê, ku di dawîya sala 2019’an de hatibûn tespît kirin, bidin lê wê rêvebirîyê red kiriye.

Tîma pisporan ya WHO di meha Rêbendanê de bo tespîtkirina destpêka vîrusa korona serdana Çînê kiribû û çar hefteyan li wir mabû.

Yek ji wan pisporan, Dominic Dwyer ji ajansa nûçeyan ya Reutersê re dîyar kir ku berpirsên Çînê bi tenê agahîyên kurt û analîz dane wan.

Dwyer da zanîn ku şewba vîrusa korona berê li bazara ajalan ya Wuhanê hatiye tespît kirin, lê ji wan 174 pêketinên pêşî bi tenê nîvê wan di bin bandora wê bazarê de mane.

Wî got ku wan bo sitandina agahîyên berfireh yên pêketinên pêşî israr kiriye, Çînê nedaye û ew niha naxwazin ser sedema nedana agahîyan şiroveyekê bikin.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê heta niha 108,5 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 2,394,346 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG