Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) ragihand ku di pevçûnên li herêma Trablus ya Lîbya de 205 kes hatine hatine kuştin û ji wan 18 kes sivîl in.
Li Trablusê, pevçûnên di navbera General Hafter û hêzên hikûmetê de du hefteyên berê destpê kiribûn.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku jiber pevçûnan bi qasî 25,000 kes ji warên xwe koç kirine.
Ji alîyê din ve medya Lîbya ragihand ku li Sabha ya li başûrê welêt, li nêzî Bingeha Leşkerî ya Tamanhint pevçûn gur bûne.
Yekîneyên girêdayî General Hafter didin zanîn ku kontrola bingehê di destê wan de ye.