Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hişyar Dike ku Belavbûna Korona li Malezya Bigiheje Asta Bilind


Hewilên paqjkirina kolalan li gundekî paytext Kuala Lumpur
Hewilên paqjkirina kolalan li gundekî paytext Kuala Lumpur

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) îro Pêncşemê ragihand ku ger li Malezya tedbîrên rewîtîyê û derketina derve were sist kirin, dê bûyerên vîrusa koronayê nîvê Nîsanê de bigiheje asta herî bilind.

"Li gor pêzanînên heyî, ofîsa WHO pêşbînî dike ku li Malazya di nîvê Nîsanê de hejmara pêketîyên ku divê li nexweşxaneyan werin derman, kirin bigiheje asta herî bilind," Ying-Ru Lo, nûnera WHO li Malezya, Brunei û Singapore di daxuyanîyek de ji Reuters re got.

Lo bi berdewamî got ku nîşanên destpêkê yên kêmbûna bûyerên vîrusê hene, lê heke tedbîrên kontrolê werin rakirin û mirov bicîhanîna tedbîrên parastinê nedomînin, dibe ku rejaya belavbûna vîrusê dîsa bilind bibe.

Hêjayî balkişandinê ye ku Malezya bi 3,116 bûyerên pêketina vîrusa korona li Asyaya Başûr di reza yekê daye û niha li wî welatî 105 pêketîyên vîrusa korona hene.

Li Malezya heta niha bi giştî 50 kes jiber korona jîyanên xwe hinda kirne ki mirina 5 kesan îro Pêncşemê hatine ragihandin.

XS
SM
MD
LG