Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Ser Karanîna Maskeyan Hişyarîyê Dide


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ser maskeyan hişyarî da.

Sekreterê Giştî yê WHO’yê Tedro Adhanom Ghebreyesus da zanîn ku divê maske bo xebatkarên saxlemîyê werin veqetandin.

‘’Maske bi tenê nikarin belavbûna vîrusa korona rawestînin. Dewlet divê hemî pêketîyan bibînin, wan ji civakê dûr bixin, derman bikin û hemî kesên bi wan re danûstandin çêkiriye bişopînin’’ Ghebreyesus got.

Wî dîyar kir ku ger temamê civakên maskeyan bidin ber rûyê xwe, bo xebatkarên saxlemîyê dê dîtina maskeyan dijwartir bibe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê pirtir ji 1,3000,000 pêketîyên vîrusa korona hene.

XS
SM
MD
LG