Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Hember Mirinên ji Tûtinê Hişyarî Dide Cîhanê


31'ê Gulan li seranser cîhanê wek Roja Nekişîna Tûtinê ya Cîhanî (World No Tobacco Day) tê pîroz kirin.

Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) bi vê boneyê hişyarî dide ku 40% pirtir cixarekêşan li seranserê cîhanê ji nexweşîyên pîşikê yên wek şêrpence û nexweşîyên din girêdayî dimirin.

WHO dibêje ku slogana îsal “Nehêle Tûtin Henasa Te ji Te Bistîne” ye.

WHO dide zanîn ku her sal tûtin dibe sedema mirina 8 mîlyon kesan. WHO texmin dike ku wê 3.3 mîlyon kes bi nexweşîyên girêdayî bi pîşkê ve jîyana xwe ji dest bidin.

Di nav vê jimarê de ew kesên ku li dewrûberê cixarekêşane di nav wan de, zarok in.

WHO dibêje ku zêdeyî 60,000 zarokên jêr temen 5 salî jî bi iltîhaba sîng dimirin.

WHO pêşnîyar dike ku welatên cîhanê bi rêbazên erzan dikarin asta bikaranîna tûtinê kêmtir bikin. Bu nimûne, cîhên taybet jibo cixarekêşan re ava bikin û reklamên tûtinê kêmtir bikin.

WHO herwisa pêşnîyar dike ku baca li ser cixare zêdetir bin da ku bi taybetî kesên genc nikaribin tûtinê bikirin.

XS
SM
MD
LG