Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Şewba Vîrusa Korona Rê li Ber Dermankirina Nexweşên Penceşêrê Digire


Dîrektorê Ewrupa yê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Hans Kluge ji Twitterê dîyar kir ku şewba vîrusa korona zarar daye dermankirina nexweşên penceşêrê.

Kluge da zanîn ku jiber şewba vîrusa korona ji sê paran pareke welatên Ewrupa nexweşên penceşerê bi awayekî rêkûpêk derman nekirine.

Wî ser Roja Penceşêrê ya Cîhanê ya 4’ê Sibatê dîyar kir ku şewba vîrusa korona ya li ser penceşêrê bobelateke mezin çêkiriye.

Li gor daxuyanîya Kluge, ji sê paran pareke welatên Ewrupa jiber sînordarkirinan û qedexeyên rêwîtîyan dermankirina nexweşên penceşêrê bi temamî rawestandine yan jî kêmtir kirine.

Berpirsê WHO dibêje ku li hin dewletan dermanên penceşêrê qedîyane û xebatên ser tespîtkirinê kanseran bi awayekî berçav kêm bûne.

Her sal 80 ji sedê mirinên li Ewrupa ji penceşêr, dîyabet û nexweşîyên din yên bêhnê yên kronîk çêdibin.

XS
SM
MD
LG