Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Dibe ku Perpûna Vîrusa Korona Ti Car Neyê Dîtin


Serokê Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku dibe ku perpûna vîrusa korona ti car neyê dîtin.

Ghebreyesus di preskonferansa li Cenevrê de got ku ‘’ew mifteya bi efsûn ya dê vê kêşeyê çareser bike hîn tune, belkî jî ti car dê tune be.’’

Wî bang li hemî kesan kir ku li gor mesafeya civakî tevbigerin, destên xwe bişon, maskan bidin ber rûyên xwe û guh bidin tedbîrên din yên dijî vîrusa korona.

‘’Pirtir ji yek xebatên ser perpûna vîrusa korona niha di testên klînîk de derbazî qonaxa sêyan bûne. Em hemî dixwazin ku pirtir ji yek perpûnên rê li ber enfeksîyonan digirin hebin. Lê ew mifteya bi efsûn ya dê vê kêşeyê çareser bike hîn tune, belkî jî ti car dê tune be’’ Ghebreyesus got.

Ghebreyeus herwiha da zanîn ku dayikên bi vîrusa korona ketine divê mêjandina zarokên xwe bidomînin.

Serokê WHO dîyar kir ku feydeya şîrê dayikê ji rîskên enfeksîyonê pir zêdetir e.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li seranserê cîhanê pirtir ji 18 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û bi qasî 700,000 kes jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG