Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Bang li Dewletan Dike ku Tedbîrên Dijî Korona Sist Nekin


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bang li dewletên cîhanê kir ku tedbîrên dijî vîrusa korona sist nekin.

Serokê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus di preskonferanseke onlayn de ser rewişa dawî ya vîrusa korona axifî.

Ghebreyesus dîyar kir ku di ser belavbûna şewba korona re şeş derbaz bûne û da zanîn ku wexta sistkirina tedbîran hîn nehatiye.

Yek ji karbidestên din yên WHO Dr Mike Ryan jî bal kişand ku vîrusa korona belavbûna xwe ya li welatên Amerîka Navîn didomîne û rêjeya pêketina wê vîrusê bilind e.

Ryan got ku jiber vîrusa korona hîn jî metirsî didome û bang li bîragiştî ya navneteweyî kir ku piştgirîya wir bikin.

Wî dîyar kir ku bi sistkirina tedbîrên dijî vîrusa korona re dibe ku pêleke nû ya wê vîrsûsê çêbe.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, vîrusa korona li seranserê cîhanê ketiye canê pirtir ji 7,000,000 kesan û pirtir ji 400,000 kes kuştine.

XS
SM
MD
LG