Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO ji Çêkerên Vaksînên COVID-19 Dixwaze ku Pirtir Piştgirîya COVAX Bikin


Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus

Serokê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Duşemê bang li hilberîneran kir ku vaksînên COVID-19 yên bo programa parvekirina vaksînan COVAX, ji dema plankirî zûtirîn amade bikin.

Ghebreyes, ev bang jiber hin kêmasîyên kompanîyên Hindistanê yên derfirotinê, di radestkirina vaksînan de astengî derketiye holê, kir.

"Di heman dema ku em spasdarîya xebata AstraZeneca ya ku bi gav bi gav lez û jimara radestkirina xwe zêde dikin jî, pêdivî ye ku hilberînerên din jî li gor vê tevbigerin," Ghebreyesus got.

COVAX bernameya navneteweyî ya WHO'yê ye û belavkirina adîl ya ya vaksînên COVID-19 dixebite û hevdem jibo welatên xizan vaksînên COVID-19 peyda dike.

COVAX bi Enstîtuya Serûmê ya Hindistanê re bo çêkirina hejmarake pir bilind ya vaksîna COVID-19 ya AstraZeneca peymaneke îmza kiribû.

Lê jiber ku li Hindistanê rewşa bi sedema pandemîya vîrusa korona pir xirab e, piranîya wan vaksînan di şûna radestkirina COVAX'ê de, li welat tê bikar anîn.

Ghebreyesus bi taybet ji Pfizer (PFE.N) xwest ku 40 mîlyon vaksînan di nava nîvê dudya ya salê radest bike.

Hevdem, wî ji Moderna jî daxwaz kir ku vaksînên ku bo 2022'ya hatibû sozdayîn, îsal bide COVAX'ê.

" Vaksin bo me an niha hewce dike û em bang li wan dikin ku radestkirinan di dema herî kin ya mimkin de, pêk bînin," Ghebreyesus got.

Ji alîyê din, serokê UNICEF îro ji welatên G7 xwest ku wek tedbîreke awarte pêdivîyan bexşîn bikin da ku kêmasîya 140 mîlyon doz vaksinan ku bo heya dawîya Gulanê tê peşbînî kirin, çareser bibe.





XS
SM
MD
LG