Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO Dixwaze Welatên Dewlemend Û Xizan di Wergirtina Vaksînan de Nêzî Hev Bin


Rêveberê Giştî Yê WHO Tedros Adhanom Ghebreyesus

Berpirsê Giştî yê Rêxistina Saxlemîya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus îro Çarşemê bang li kompanîyên vaksînan kir da ku çêkirina vaksînên bihêz yên COVID-19, heya dawîya meha Îlonê, bidin rawestandin.

Berpirsê Giştî Tedros destnîşan kir ku armanca wê bangê vaksînkirina herî kêm ji % 10'ê şênîya her yek welatê cihanê ye.

"Ez xemên hemî dewletan fêhm dikim ku dixwazin welatîyên xwe ji cûreya Delta ya vîrusê biparêzin. Lê, em nikarin qebûl bikin ku welatên berê piranîya vaksînên li cîhanê ji xwe ya bikar anîne, hîn pirtir vaksînan bikirin," Tedros got.

Ev banga WHO ya sazîya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya bo çêkerên vaksînên COVID-19 ya herî xurt e, dema ku ferka rêjeyên vaksînlêdanan,di navbera welatên dewlemend û xizan de ,her diçe zêdetir dibe.

Li gor WHO, welatên xwedî dahata bilind, di Gulanê de jibo her 100 welatîyên xwe nêzî 50 doz vaksîn kirîne û ev hejmar ji hingê ve du qat zêde bûne.

Lê, welatên bi dahata kêm jiber astengîyên peydakarinê bo her 100 welatîyên xwe tenê 1.5 doz vaksîn wergirtine.

"Pêwîste ku em rewşê berevajî bikin, di şûna ku piranîya vaksînên ku welatên xwedî dahata bilind werdigrin, divê welatên bi dahata kêm bikaribin wan bigirin," Tedros got.

Almanya roja Duşemê dîyar kirbû ku ewê di meha Îlonê de jibo mirovên ku di xeterîyê dane, dest bi pêşkêşkirina vaksînên bihêz, bike.

Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî jî dê bo hemî welatîyên xwe yên bi tevahî vaksînkirî yên ku di xeterîyê de têne hesibandin, piştî sê mehên doza yekê û piştî şeş mehan jî, bo kesên din pêşkêş bike.

Amerîkayê di Tîrmehê de, bi Pfizer û BioNTech re peymaneke îmza kir ku 200 mîlyon dozên din yên vaksînên COVID-19 yên hene û dibe ku yên bihêz, bikirin.

Sazîyên saxlemîyê yên Amerîkî hîn jî pêwîstîya vaksînên bihêz yên COVID-19, dinirxînên.

XS
SM
MD
LG