Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Vîrusa Korona Xêncî Çînê Herî Zêde li Koreya Başûr, Îtalya û Îranê Belav Bûye


Serokê WHO’yê Adhanom Ghebreyesus
Serokê WHO’yê Adhanom Ghebreyesus

Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku vîrusa korona ya bi navê Covid-19 li derveyî Çînê jî bi awayekî çapik belav dibe.

Li gor daneyên WHO’yê, roja Sêşemê li Çînê 411 bûyerên nû yên bi Covid-19 pêk hatin û li derveyî ew hejmar giheşt 427’an.

WHO’yê da zanîn Covid-19 ku li derveyî Çînê herî zêde li Koreya Başûr, Îran û Îtalya hatiye dîtin.

Serokê WHO’yê Adhanom Ghebreyesus dîyar kir ku ew belavbûna Covid-19 fikara çêdike, lê ewê ‘’pandemî’’ ranegihînin.

Bo ‘’pandemî’’ were ragihandin, divê nexweşî li welat û parzemînina were dîtin, ji mirovan derbazî mirovan be, kujer be û dermanê wê tune be.

WHO dîyar dike ku ragihandina pandemîyê dê tirsa di nav gel de zêde bike.

Covid-19 di meha Berfanbarê de li Wuhan ya Çînê derketibû û ji wir derbazî dewletên din bûbû.

XS
SM
MD
LG