Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Navbera Vîrusa Zika û Nexweşîyên Mêjî Girêdaneke Xurt Heye


Dayikeke Brezîlî bi kurê xwe yê nûçêbûyî
Dayikeke Brezîlî bi kurê xwe yê nûçêbûyî

Pêzanînên herî nû li ser nexweşîya Zika, ji alîyê Rêxistina Saxlemîya Cîhanî (WHO) ve xuya dike ku 47 welatan ragihandîya Virusa nexweşîya Zika def wan jî belav bûye.

Ji wan, 9 dewlet ku piranîya wan li Amerîkaya Latînî ne, peywendîyek di navbera vîrusa Zika û bûyerên nexweşîya Guillain-Barre Syndrome radigihînin.

(WHO) dibêje, heta niha tenê li Brezilya îsbat bûye ku jinên ku tuşî vîrusa Zika bûne, zarokên bi Microcephaly anîne jîyanê. WHO herwiha dibêje, ew girêdan guman heye di 641 bûyeran de peyda bûye.

Bruce Aylward berpirsê WHO jibo nexweşîyan e. Ew dibêje lêkolîneke li Polynesia Fransî îsbateke xurt dîyar dike girêdana virusa Zika bi nexweşîya Guillain-Barre Syndrome! Ew dibêje zanîyaran lêkolîn li ser bûyerên di sala 2013ê û 2014ê de kirine.

Ewa wan vedîtî, îsbat heye % 100 ew kesên nexweşîya Guillain-Syndrome heye, herwisa tuşî Virusa Zîka bûne. Ewjî heta niha delîla herî xûrte ku peywendîya nêvbera her duyan nîşan dide. Yêk ji metirsîyên nexweşîya Guillain-Barre şelel bûna pîya ne. Zîyan ser mêjî zû bi zû belav dibe, lê piranîya nexweşîyan dîsa çareser dibe.

Aylward dibêje tûşbûna vê nexweşîyê gelek kêm e, 1 ji 5000 kesan tûş dibe.

Ew dibêje raporteke ji alîyê Navenda Kontrolkirin û Pêşgirtina Nexweşîyan ya Amerîka pirtir dîyar dike ku nexweşîyên Zika û Microcephaly bi hevra girêdayî ne.

Wî got 3 ji 9 jiên dûcan zarokên bi Microcephaly anîna ser cîhanê, ew jî îsbateke nû ye ku virusa Zika peywendî bi nexweşîyên mêjî hene.

HK_3_4_16_WHO
please wait

No media source currently available

0:00 0:01:55 0:00

XS
SM
MD
LG