Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

"Qedexekirina Wîkîpedîa Binpêkirina Azadîya Ramanê ye"



Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Tirkiyê (AYM) qedexekirina ansîkolpedîya internetê Wîkîpedia weke "Binpêkirina Azadîya Ramanê" qebûl kir.

Wîkîpedîa ji Nîsana 2017'an vir de, 970 roj in ku li Tirkiyeyê qedexe ye.

Karbidestên Tirkiye, jibo biryara qedexekirina Wîkîpediayê weke sedem hin parvekirinan nîşan didin û dibêjin 'Hin parvekirinên di nav ansîklopedîyê de tê îdiakirin ku Tirkiyê bi rêxistinên terorê di nav peywendiyê de ye.'

Jibo biryara qedexekirinê, parvekirinên bi navê 'Mudaxaleya Şerê Navxwe ya Sûrîye' herwiha 'Terorîzma bi Piştgirîya Dewletê' weke delîl hatibûn destnîşankirin.

Ev parvekirin, di malpera îngîlîzî ya ansiklopedîyê de hatibûn weşandin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG