Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Bazirganiya Amerîka Bo Serdanekê Diçe Çînê


Wezîrê Bazirganiya Amerîka Wilbur Ross
Wezîrê Bazirganiya Amerîka Wilbur Ross

Wezîrê Bazirganiya Amerîka Wilbur Ross îro Şemiyê bo serdanekê gihîşte Bêjîna paytexta Çînê ji bo axaftinên li dor sozên Çînê yên kirîna kelkûpelên bêhtir ji Amerîka, piştî Waşintonê careke din huşdarî da ku dê bacên giran bide ser derhatên Çînê.

Axaftin balê didin ser soza Çînê ya meha Gulanê ku dê ciyawaziya di kirîn û firotina navbera herdû welatan de kêm bike. Sala borî nirxa derhatên Çînê bo Amerîka gihîşt 375 milyar dolar.

Serokê Amerîka rewşa axaftinên di navbera herdû welatan de avêt nav gumanê, piştî nûkirina gefên danîna bacan ser kelûpelên Çînî bi nirxa 50 milyar dolar.

Hikûmetên herdû welatan çi dem ji axaftinan re diyar nekir, lê Bêjînê got dê Ross berî Duşemê serdana Çînê bike.

Biryar e Ross siba Yekşemê li gel Liu He, cîgirê serokwezîrê Çînê kom bibe.

XS
SM
MD
LG