Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tawanbarê Êrîşa Bazara Krismisê li Wisconsinê Hate Ceza Kirin


Dozgerên bajarê Waukesha yê eyalata Wisconsin cezayê kuştina bi zanebûnê da wî kesê ku roja Yekşemê bi trimbêlekê ket di nav meşa Krismisê û 6 kes kuşt.

Di nav qurbanîyan de zarokek jî heye, dozgerên bajarê Waukesha dibêjin wê cezayên din ji bo tawanbar Darell Brooks yê 39 salî were birîn. Di êrîşê de 62 kesên din jî birîndar bûne.

Li gor ajansa Associated Press, tawanvar Darrell Brooks di dema dadgehkirinê de girîya. Eger ew were sûcdar kirin, wê heta dawîya jîyana xwe di girtîgehê de bimîne.

Roja Duşemê, serokê navenda polîsê Waukesha, Dan Thompson, got ku polîs heta niha ti belge peyda nekirîye ji bo mebesta wê qezayê ku bêjin ew êrîşek girêdayî terorê ye. Lê polîs dibêje, tawanbar berîya wê qezayê tevlî kiryareke tund bûye di male xwe de, lê ew bo polîsan nehatîye rapor kirin.

Di encama qezaya roja Yekşemê de 4 jin ku temenê wan di navbera 52 û 79 salî ne, û mêrekî 81 salî jiyana xwe ji dest da.

XS
SM
MD
LG