Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wisconsin Jinûve Hejmartina Dengan Bidawîbû Biden li Pêş E


Arşîv: Wisconsin

New York, Yekşemê jinûve hejmartina dengên hilbijartinên serokatiya Amerîka li du mezintirîn herêmên astana Wisconsin bidawîbû.

Di encama jinûve hejmartinê de tekezbû ku Serokê Amerîka yê Hilbijartî Joe Biden serkeftin li hember serok Trump bidest xistîye, Biden zêdetirî 20,000 dengan li pêşiya serok Trump e.

Desteya herêma Dane ya Wisconsin ev yek piştrast kir, piştî ku çend rojan berî niha herêma Milwaukee jî, jinûve hejmartina dengan bidawî kirbû.

Piştî jinûve hejmartina dengan derket holê ku hin guhertinên kêm çêbûne ku nêzî 800,000 dengên astanê jinûve hatin hejmartin, lê Biden dîsan li pêşe.

XS
SM
MD
LG