Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sanders û Cruz di Hilbijartina Eyaleta Wisconsin de Serketî Bûn


Do Sêşemê li eyaleta Wisconsin ya Amerîka hilbijartinên berbijarîyê hatin kirin.

Di hilbijartina Komarîyan de Senator Ted Cruz li pêş karsazê mîlyoner Donald Trump di rêza yekê de cîh girt. Di hilbijartinê de Cruz 48 ji sedê dengan, Trump jî 35 ji sedê dengan wergirt.

Li alîyê Demokratan jî, Senator Berrnie Sanders li heman eyaletê serketî bû û 56 ji sedê heman dengan bir. Hevrika wî Hillary Clinton jî dikarîbû 44 ji seda dengan bistîne.

Encamên hilbijartinên dohî ji Trump û Clintion re wek darbeke girîng tê dîtin, lê dîsa jî şansa her duyan mezin e ku bibin berbijarên partîyên xwe.

Komarîyan
Donald Trump: 740
Ted Cruz: 514
John Kasich: 143

Demokratanan
Hillary Clinton: 1,743
Bernie Sanders: 1,056

Hejmara delegeyên pêdivî bo qezneckirina berbijarîya partîyê bo seroktîya Amerîka:

Komarîyan: 1,237

Demokratan: 2,383

XS
SM
MD
LG