Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Helkefta Roja Jinê Jinên Reqa Ji Yekê Adraê de Dest bi Çalakiyan Kirin


Bi helkefta (8) Adarê roja jinê ya cîhanî,komîta jinê ya bi ser Encûmana Reqa Sivîl de ji roja (1) Adarê de dest bi bernameyên çalakiyên xwe kirin,ku rola jinê di civakê de bêlî bike,bi lidarxistina çalakiyên taybet bi jinê,pêşkêşkirina filimên dokument û gotaran li gelek bajarok ê gundên parêzgeha Reqa,ku mezintirîn hejmar ji jinê bi mafê wê hişyar bike .

Li gor Feyrûz Xelîl hevseroka Komîta jinê ya bi ser Encûmana Rqa Sivîl de ji Dengê Amerîka re ragihand:Pêwiste jin kiringiyê bide (8)Adarê .

Piştî sê salan ji rizgarkirina parêzgeha Reqa ji Rêxistina DAIŞê jinê gelek gav avêtin û derbasî hemû beşên civakê bûn,ji leşkerî ,siyasî û aborî,ku berî şerê Sûrî jî rola jinê di civaka Reqa de ne wek rola xwe ya niha ye .

Feyrûz Xelîl ji Dengê Amerîka re diya kir û got:Jinê êdî kar di navbera çar dîwaran de derbas kir.

Damezînêrên Encûmana Reqa Sivîl xwestin rola jinê di rêveberiyê de çalak be.lewra her rêveberiyek kirne hevseroketî ,ku pêwiste yek ji wan jin be,herwiha gelek pirojeyên destekirina jinê ji aliyê aborî de hatine avakirin,lê ta niha astengiyên mezin li pêş liva jina Reqa hene

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:33 0:00


XS
SM
MD
LG