Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêxistinên Jinan Banga Vegera ‘Peymana Stenbolê’ li Hikûmeta Tirkîyê Dikin


Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin (KCDP) dibêje ku li Tirkîyê tundî û zextên li ser jinan roj bi roj zêde dibe.

Li gor raporta platformê ya meha Cotmehê, 18 jin ji alîyê mêran ve hatin kuştin û 19 jin jî bi awayekî gumanbar jîyana xwe ji dest dan.

Li ser vê yekê, sazî û rêxistinên jinan wekî KCDP, Meclîsên Jinan, Tevgera Jinên Sosyalîst jî, hin rêxistinên jinan li taxa Kadikoy’a Stenbolê kuştin û zextên ser jinan protesto kirin.

Sazî û rêxistinên jinan li vir dîyar kirin ku bandora polîtîkayên hikûmetê ser zêdebûna kuştina jinan heye û wan xwestin ku Tirkîye vegere ser Peymana Îstenbul’ê. Herwiha jinan xwestin ku qanûna 6284’an ya parastina malbatê û pêşîgirtina tundîya dijî jinê were bikaranîn.

Sekretera Giştî ya KCDP Fîdan Ataselîm jî bal kişand ser girîngîya Peymana Îstenbul û wiha got “Vekişîna Tirkîyê ya ji Peymana Îstenbul’ê di nav jinan de bû sedema tirsekî mezin. Vekişîn dide nîşan ku hikûmet dijî jinan gavan davêje û qanûnan paşguh dike. Jiber vekişîna ji peymanê bikaranîna qanûna 6284’an jî baş nayê bikaranîn.”

Hêjayî gotinê ye ku bi biryara serok Recep Tayyîp Erdogan Tirkîyê ji Peymana Stenbolê ya ku derbarê têkoşîn û pêşîgirtina tudîtûjîya dijî jinan û tundîya navmalîn bi awayekî fermî 1’ê Tirmeh’ê vekişîyabû ku ev peyman peymanekî navdewletîye.

Wê demê, Erdogan jibo vekişîna ji Peymana Stenbolê gotibû ku Tirkîyê ne bi qanûnên derveyî ew bi qanûnên navxweyî dê mafên jinan biparêzin.

Raporta Mem Botanî
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:04 0:00

XS
SM
MD
LG