Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkar: DAIŞ'ê li Sûrîyê Jin Serjê Kirin


Çend jin li Paqqa xuya dibin
Çend jin li Paqqa xuya dibin

Bizavkarên Sûrî dibêjin, mîlîtanên Îslamî do li Derezor du jin, ligel hevjînên wan serjê kirin, bi sedema ku wan karê cin û sîhîrê dikir.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) dibêje, ji ragihandina qaşo “xîlefata xwe” vir ve, Dewleta Îslamî (DAIŞ) pirtir jî 3,000 kes li Sûrîyê kuştine ku dora 1,800 ji wan sîvîl in.

Kuştinkarîya bi serjêkirinê jibo DAIŞ ne tiştekî nû ye. Ew koma tundrê berê jî gelek Sûrî û herwiha rojnamevan û karmendên mirovahîyê ji Amerîka, Japonya û Brîtanya serjê kiribûn.

Analîstê sîyasî ji RAND Corporation, Rick Brennan, ji Dengê Amerîka got ku serjêkirina hemwelatîyên Amerîkî karbidestên Amerîkî mecbur kir ku dest bi operasyonên leşkerî yên dijî mîlîtanên DAIŞ'ê bikin.

Balyozê berê yê Amerîkî James Jeffrey ku niha di Enstîtuya Washingtonê de wek pispor dixebite, jî Dengê Amerîka got, koalîsyona bi pêşengîya Amerîka, bo şikandina bandora DAIŞê, heta niha pir hindik tişt kirine.

Jeffrey herwiha got, DAIŞ li cîhanê, bêguman gefa terorê ya herî mezin e û ji El Qaydê jî xetertir e. Wî bal kişand ku DAIŞ dikare dewletan têk bibe û herêman kontrol bike, tiştekî ku El Qayde qet nekarîbû bikira.

XS
SM
MD
LG