Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Hin Welatan Korona Gurtir Dibe û li Hinên Din Xelk Derdikevin Derve


Georgia
Georgia

Ji Amerîka ta Ewrupa û Asya, xelk li gelek beşên cîhanê êdî berê xwe didin derve, piştî ku pîvanên rêgirtina li vîrusa koronayê hinekî sist bûn û pileya germê bilind bûye.

Lê ev belaya cîhanî li hinek welatan xerabtir bûye. Hindistanê îro Yekşemê bêhtirî 2,600 keysên nû yên vîrusê ragihandin, ku mezintirîn hejmara rojekê ye li wî welatî.

Li Pakistan û Rûsyayê jî doh hejmarên herî bilind ên rojekê hatin tomarkirin.

Li Afganistanê jî nûçeyên nebaş hebûn, ku encamên derdora sêyeka xelkê erênî bûn di têstkirina beşekî ne destnîşankirî yê xelkê de.

Li Çînê, tenê du keysên nû hatin ragihandin, jiyan êdî normal dibe û serdaner diçin cihên geştiyarî yên ku nû vebûnî, piştî sistkirina bendên rêwîtiyê berî pişûya 5 rojan ku heta roja Sêşemê dirêj dike.

Di du rojên borî de, nêzîkî 1,7 milyon kesî serdana parkên Bêjîna paytext kir, û cihên geştiyarî yên sereke li Şengehay bi xêrhatina bêhtirî milyonek serdaner kir, li gor raportên medyayî yên Çînê.

Li Amerîka jî gelek park vebûn, lê serdana xelkê sînordarkirî bû bi rêjeya 50% ji şiyanên parkan.

Li Spanya gelek kes bo yekem car ji malên xwe derketin ji dema destpêkirina qedexekirin û girtina cihan ve roja 14 meha Adarê. Serokwezîr Pedro Sanchez ji xelkê xwest ku hişyar bin. Ta niha vîrusa COVID-19 25,100 kes li Spanyayê kuştine.

Li gelek welatên cîhanê rakêşanek heye di navbera kesên ku dixwazin bend sist bibin û xelk êdî derkevin derve û yên ku dibêjin hîn zûye ji bo vê yekê. Li Amerîka ev rakêşan gihîştiye nava kongrêsê.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG