Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kupaya Cîhanî ya Futbolê de Qonaxa Duyê Sibe Destpê Dike


Alîgirên tîma Amerîkî
Alîgirên tîma Amerîkî

Di Kupaya Cîhanî ya Futbolê de ku li Brezîlya didome, piştî lîstinên gruban Amerîka jî nav de 16 tîm derbazî qonaxa duyê bûn.

Maçên vê qonaxê roja Şemî bi lîstina 4 tîmên Amerîkaya Başûr destpê dikin. Tîma mazuvan Brezîlya li Belo Horizonte bi Şîlî re, Kolombîya jî li bajarê Rio de Janeiro bi Uruguay re dilîze.

Divê her di lîstinan de tîmek serkeve. Eger 90 deqe wekhev dawî be, hîngê divê nîv seet dema zêdekirî bê lîstin.

Piştî maçên dohî Belçîka û Cezayîr ji Gruba H, Almanya û Amerîka jî ji Gruba G xwe gihandibûn qonaxa duyê.

Belgium and Algeria advanced from Group H on Thursday, while Germany and the United States advanced from Group G.

Bi alîyekî din ve, FIFA futbolvanê Uruguayî Luis Suarez bi nelîstine di neh maçan de ceza kir, bi dema ku wî lîstikvanê Îtalî gez kiribû.

FIFA herwiha 112.000 dolar cezayê diravî jî li Suarez birî.

XS
SM
MD
LG