Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro 13'ê Sibatê Roja Radyo ya Cîhanê Ye


Îro 13’ê Sibatê Roja Radyo ya Cîhanê ye. Ev roj sala 2011’an ji alîyê endamên UNESCO ve hat ragihandin û sala 2012’yan ji alîyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat pejirandin.

Di 13’ê Sibatê ya 1946’an de Radyoya NY’ê hatiye ava kirin ku ev roj jiber wê bîranînê hatiye bijartin.

NY dide zanîn ku radyo yek ji cureyên xurt yên ragihandinê ye û bingeha gotinên demokratîk çêdike.

"Li cîhanê hîn jî medyaya ku herî zêde tê tercîh kirin radyo ye. Raporên cuda yên navnetewî jî nîşan didin ku radyo li cîhanê yek ji medyayên pêbawer e," NY dibêje.

Roja Radyo ya Cîhanê derfetê dide xebatkar û xwedîyên radyoyan ku ew hevkarîyê bikin û azadîya îfadekirinê pêşve bibin.

UNESCO dîyar dike ku radyo rêkeke erzan ya ragihandinê ye û li bi derfetên wek guhdarkirina di maşîneyan de, agahdarkirina ser rewişa hewa û sporê li seranserê cîhanê tê hez kirin.

Bi pêşveçûna teknolojîyê re êdî radyoyên dîtbar û bernameyên podcastan û rêzedeng jî çêdibin ku ew jî dikin ku guhdar di bijartina dem û cih de zêdetir azad bin.

Hêjayî bîrxistinê ye ku sazîya Dengê Amerîka (Voice of America) jî niha bi 46 zimanan weşana radyo, televîzyon û înternetê dike û zimanê Kurdî jî yek ji wan zimanên VOA ye.

Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka di 25’ê Nîsana 1992’an de, bi biryara Kongresa Amerîkî hat damezrandin.

Di destpêkê de Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka bi 5 karmenan her roj bi tenê 15 deqe weşana radyoyê pêşkeş dikir, lê niha weşanên radyo, TV û platformên dîjîtal xebatên xwe didomîne.

Weşanên Kurdî yên Dengê Amerîka bi zaravayên Kurmancî û Soranî têne kirin û em bi nûçe, hevpeyvîn, bernameyên sîyasî, çandî, saxlemî û teknolojî her roj bi gelek rêkan digehejin temeşevan, guhdar û xwendevanên xwe.

XS
SM
MD
LG