Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Washington Post bi Fermî Piştgirîya Bo Clinton Radigihîne


Rojnameya Washington Post îro Pêncşemê bû rojnameya herî dawî ku di hilbijartina seroktîya Amerîkî de pişrgirîya xwe bo Hillary Clinton eşkere kir. Rojnamê ragihand ku kanîn û zanîna Clintonê zelal e, lê seroktîya Trump wê ji Amerîka re bibe felaketeke mezin.

"Potansîyela Hillary Clinton heye ku bibe serokeke bêqisur û em bê dudilî piştgirîya wê dikin. Ev biryara me ne tenê li ser wê yekê ye hevrikê Birêz Clinton pir xirab e," rojnameya Amerîkî ya bi bandor got.

Washington Post bi berdewamî dîyar kir ku “Clinton xwedî vîneke xurt e, hêzdar e, jêhatî ye û xwedî nêrîn û raman e. Rast e ku wê di demên borî de gelek çewtî kirîne, lê xurtrîyên wê gelek pirtir in.”

XS
SM
MD
LG