Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WP: Trump ji Barr xwestiye ku ji bîragiştî re Eşkere Bike ku Wî tiştekî Neqanûnî Nekiriye


Rojnameya Washington Post radigihîne ku Serokê Amerîka Donald Trump ji Wezîrê Dadê William Barr xwestiye ku bi preskonferansekê ji bîragiştî re eşkere bike ku wî di axaftina xwe ya telefonî ya ligel Serokê Ukraynî de tiştekî neqanûnî nekiriye.

Washington Post îdia dike ku Barr ew daxwaza Trump red kiriye.

Rojnamê ji zarê kesên nêzî bûyerê radigihîne ku ew daxwaz di dema belavkirina naveroka axaftina telefonî ya navbera Trump û Serokê Ukraynî Volodymyr Zelensky ji alîyê Qesira Sipî pêk hatiye ku hîngê Trump daxwaza lêpirsînkirina Joe biden kiribû.

Wezareta Dadê hîngê bi daxuyanîyekê ragihandibû ku ti qanûnên darayî ya kempeynkirinê nehatiye şikandin û ne hewce ye ku tiştên pirtir werin kirin.

Rojnamê zelal nekir ku Barr jiber çi sedemê daxwaza Trump ya darxistina preskonferanseke pêş kamerayan qebûl nekiriye.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG